Îranê hişyariya bersivdanê da, li ser Tehranê êriş
Piştî ku DYE'yê ragihand ku wê êrişê bibe ser navendên enerjiyê, Îranê jî diyar kir ku wê tesîsên enerjiyê yên DYE'yê yên li herêmê bike hedef. Rageşiya li Tengava Hurmuzê dewam dike.
Piştî ku DYE'yê ragihand ku wê êrişê bibe ser navendên enerjiyê, Îranê jî diyar kir ku wê tesîsên enerjiyê yên DYE'yê yên li herêmê bike hedef. Rageşiya li Tengava Hurmuzê dewam dike.
Li gorî medya Îranê, Yekîneyên Şer ên Hêzên Çekdar ên Îranê, hişyarî da ku eger êrişeke gengaz li ser binesaziya enerjiyê û sotemeniyê ya welêt bibe, ew ê jî binesaziya enerjiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li herêmê bike hedef.
Daxuyanî piştî gefa Donald Trump hat, ku gotibû eger di nava 48 saetan de Tengava Hurmuzê bi temamî neyê vekirin DYE wê santralên enerjiyê yên Îranê tine bike.
Li aliyê din, artêşa Îsraîlê sibeha Yekşemê hin êrişên hewayî bir ser Tehranê. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êriş li ser hedefên rejîma Îranê yên li nava dilê Tehranê hate kirin."
Wezareta Parastinê ya Qatarê jî diyar kir ku helîkoptereke ku wezîfeya rûtîn dikir, ji ber pirsgirêkeke teknîkî li derya herêmî ya welêt kete xwarê. Hate ragihandin ku ji bo personel û rêwiyên di helîkopterê de karên lêgerînê dewam dikin.